|
Cejna qurbanê |
|
|
Erê cejna qurbanê Serbestiya min kanî Di pirsim ji dilê jar Gelo bersiv te anê Bo hemi wara nûye Bo linik me ti kevnî Şadî li gel xwe tine Çima lime fîxanî
|
|
Bixwîne...
|
|
Gundê min |
|
|
|
Bêrya çiyayê mêrdînê Gundê min cewherya rengîn Dûrî teme dîl û jarim Herdemî nexweş û xemgîn Gundê min jiyan û mirin
Dihimêza tede xweşin Yoro welatê xelkêye
|
|
Bixwîne...
|
|
Desteya Klasîkên Kurdî |
|
|
|
Weşanxaneya Nûbiharê bi çapeke taybet dest bi weşandina klasîkên kurdî kiriye. Wekî ku tête zanîn Weşanxaneya ku bi kovara xwe ve jî tête zanîn ji sala 1992yan vir de bi navê Nûbiharê hem kovareke xwerû bi kurdî, hem jî bi heman navî kitêban jî diweşîne. Niha jî Weşanxanê weke set dest bi çapkirina klasîkên kurdî kiriye û çend heb çap kirine jî…
Ev kitêbên çap bûne jî ev in:
|
|
Bixwîne...
|
|
Ji nivîskara kurd 3 roman |
|
|
|
 Romana nivîskara kurd Gulgeş Deryaspî ku li navçeya Tetwan a Bedlîsê rûdine, ya bi navê "Tariya Bi Tav" ji weşanên Doyê derket.
Nivîskara ku geşedanên derbarê nasname û azadiyan de yên li Iraq, Îran, Sûriye û Tikriyeyê bandor lê kirine, piştî 2002'yan dest bi nivîsandina romanên bi zimanê xwe kir.
|
|
Bixwîne...
|
|
Ehmedê Huseynî: Sibehên westanê |
|
|
|
1
Vê sibehê,
li daristana rûyê te dinêrim,
ji xwe dipirsim gelo roj ji kîjan alî hiltê?
Pirtûka pîroz a şewatên te dixwînim.
Navê xwe li ser baskên ronahiyê ji bîr dikim
û navê te jî mîna çarenûsekê li ser bergê daristanê dinivîsînim.
|
|
Bixwîne...
|
|
|
Şêro Dalînî: Pirs û bersiv |
|
|
|

Pirs .. û bersiv
Pirsa min ev bû : tu çi ji min re dibêjê piştî qurimîna çav û hestan .. Gote min : Bersiva min jî eve : ezê destmaleke sipî bidim destê te Min got : hewceya wê çiye ? Gelo ezê li sergovendiya xwe wê bihejînim yan jî hêsirên bê dumahî li pey çûna te pê zuha bikim Gote min : nizanim ?? Ez mame termekî ji germaya destê wê hingivtî .
|
|
Bixwîne...
|
|
Ehmedê Huseynî: Sibehên baranê |
|
|
|
1
Vê sibehê baran dibare! Îstegehên gunehbariyê yên laşê min dişo.
xwîna zuha ya li ser nexşeya welatê min dişo. Reşegirêdana sermedî ya çiyayên dilê min dişo.
Destên ji kevir ên serbir û celadên xewna min dişo.
Rûyên reş ên sextekarên evîna min dişo.
Tîpên zimanê min ji şopa singoyan dişo
û hinarkên Kurdistana min jî ji toza simên hespên serdeman dişo.
Baran dibare û pencereyên şîn ên giyanê min bi hêminî vedike!
|
|
Bixwîne...
|
|
Ehmedê Huseynî: Sibehên penagehê |
|
|
|
Vê sibehê,
da ku welatê xwe di çavên te de sertackirî bibînim, şûrê xwe yê ji nêrgizan vediweşînim û reşeewrên di navbera xwe û te de tar û mar dikim! Vê sibehê;
|
|
Bixwîne...
|
|
Banga komîta Roja Helbesta Kurdî |
|
|
|
3. 8. 2010 Wek hatiye zanîn ku roja koçbarkirina helbestvanê mezin Cegerxwîn ( 22. 10) bi ( roja helbesta kurdî ) ji sala 1993 ê de, hatiye binav kirin. Ji lewre her sal di meha Çiriya Pêşîn ( Oktober ) de, mehrecana helbesta kurdî li der û hundirê rojavayê welêt lidar dikeve.
Ev çalakî û komcivîna ku ji gelek nivîskar, sazî û rewşenbîran pêk tê, dewlemendî û parvekirina hestên kurdewarî geş dike û li van welatên dûrî axa me moraleke baş dide civata zimanhez û helbestvanan.
|
|
Bixwîne...
|
|
Ehmedê Huseynî: Colemêrgê |
|
|
|
Min dilê xwe yê ji êzingên erênayê, li ser keviyên zêrîn ên matmayînê, li ser devên tûj û sûkirî yên kêrên te, li ser hinarkên gulhinarên tirsa te ya ji komkujiyên serdeman li pey xwe hişt û min pencereya helbestê jî di sînga te de hetahetayê vekirî hişt.
|
|
Bixwîne...
|
|
|
|
|
|
|
Rûpel 1 Ji 9 |